Karter: Kurd ji ber beşdar nebûna kongreya hevpeymanan dilgiranin
Di prês konfiransekê da digel berpirsê navenda serkirdayetîya supayê Amerîka li Waşinton, Aşton Karter wezîrê bergirîya Amerîka dîyar kir, serkirdeyên Kurdan bi awayekê ron û aşkere dilgiranîya xwe li hemberî pişkdarînekirinê di kongreya hevpeymanîyê da gihandîye wan û ev jî mafê Kurdane, ji berku heta niha rolekê giring û kara di şerê dijî Daişê da hebûye û di rizgarkirina Mûsilî jî da, dê heman rolê giring hebe.
Daye zanîn jî ku di serdana xweya Bexdayê da, digel serokê herêma Kurdistanê û serok wezîrên Îraqê, wî dupat li helwistê herdu alîyan, derbarê berdewamîya wan di jinav birina Daişê da kirîye û bo vê yekê jî, hemahengîya Hewlêr û Bexdayê, geleka giringe.
Ev di demekî daye, doh Mesrûr Barzanî şîretkarê civata asayîşa herêma Kurdistanê, tevlî rexnekirina kombûna hevpeymanan ragîhandibû, cihê şermê ye hevpeymanîya navdewletî ku Amerîka serkêşîya wê dike çi nûnerên herêmê daxwaz nekirin, di demekî da, Kurdan rolekê serekî di şerê dijî Daişê da hebûye.
War.tv
