PDKSê bang li PYDê kir
Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê (PDKS) di daxuyaniyekê de ragihand, îro Asayişa Efrînê li Rojavayê Kurdistanê, Endamê Komîteya Navendî ya PDKSê Ebdurehman Apo û çend endamên din ên wê partiyê serbest berdan.
Li gorî dauxyaniya PDKSê, asayiş piştî derbasbûna 4 mehan bi ser girtina Ebdurehman Apo re, îro ew berdan.
PDKSê da xuyakirin, Asayişa Efrînê herwiha 3 hevalên din ên wan bi navê Filmez Osman, Cemalzade û Rênas Ebdurehman jî berdane.
Di beşeke din a daxuyaniyê de daxwaza demildest berdana 3 endamên din ên wê partiyê tê kirin, ku di girtîgehên Rojavayê Kurdistanê de ne.
PDKSê herwiha bang li rêxistin û saziyên navdewletî û Kurdistanî kir, ku guvaşên xwe li ser Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) zêde bikin, daku hemû girtiyên siyasî bên berdan.
Rudaw
