• Sunday, 22 February 2026
logo

Daxwaza Barzanî rê ji gotûbêjan re vekir

Daxwaza Barzanî rê ji gotûbêjan re vekir
Serokê Herêma Kurdistanê ji Mesihiyên Deşta Nînowa xwest ku projeyekî amade bikin. Aliyên Iraqî jî vê daxwazê weke perçekirina parêzgeha Nînowa binav dikin.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di hevdîtinên xwe yên li gel serok û sekreterên partiyên Mesîhiyan ên li Başûrê Kurdistanê û herwiha Balyozê Brîtanya li Iraqê daxwaz kir ku piştî kontrolkirina bajarê Mûsilê û navçeyên Deşta Nînowa rêkeftinek siyasî bi beşdarbûna hemû pêkhateyan bê amade kirin.

Barzanî diyar kir ku ji bo hemû pêkhateyên navçeyê bikarin di pêvajoya piştî şerê DAIŞê de ji derbarê paşeroja xwe de bibin xwedan biryar projeyek wiha bê amadekirin.

Derbarê mijarê de Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrata Bednahreyn Romyo Hekarî dibêje ku ew ji bo Deşta Nînowa daxwaza otonomiyê dikin û diyar dike ku pêwîste ev herêma otonom jî di bin çavdêriya navdewletî de be.

Romyo Hekarî di dema beşdarbûna bûltena Rûdawê de diyar kir ku Barzanî di hevdîtinê de behsa rêkeftina siyasî ji bo îdarekirina Mûsilê ya piştî rizgarkirina vî bajarî, kiriye.

Hekarî dibêje ku weke pêkhateya Mesîhî pêwîstiya wan bi piştgiriya Kurdan heye.

Li parêzgeha Nînowa 56 gundên Kurdên Şebek hene ku ev gund ser bi navçeyên Qereqûş, Nemrûd, Bertile, Başîqa û Tilkêf in.

Parlamenterê Şebek ê Parlamentoya Iraqê Salim Cûma jî ji Rûdawê re ragihand ku piştî rizgarkirina Mûsilê divê nexşerêyek bê dariştin ku hemû pêkhateyên vê parêzgehê bikarin li ser bigehin rêkeftinê.

Salim Cûma diyar dike ku wan weke Kurdên Şebek ji destê DAIŞê zirarek mezin dîtine, lewma jî naxwazin carek din bikevin bin îdareya Nînowa û wiha dibêje:

“Heta niha hezar û 384 şehîdên me hene. 208 welatiyên Şebek di destê DAIŞê de ne û çarenivîsa wan ne diyar e. Ji ber vê me navê bi ti awayî vegerin ser parêzgeha Mûsilê, em dixwazin navçeyên me bikevin ser îdareya Herêma Kurdistanê. Em dixwazin bibin 5emîn parêzgeha Kurdistanê.”

Lê Parlamentera Partiya Dewleta Yasa ya Iraqê Ewatîf Neme li dijî vê pêşniyara Barzanî derdikeve û diyar dike ku ev yek parçekirina parêzgeha Nînowa ye.

Neme derbarê mijarê de ji Rûdawê re axivî û got:

“Niyeteke taybet ê Barzanî heye. Çav berdaye parêzgeha Nînowa û dixwaze dabeş bike. Dixwaze dest dayne ser beşekê û bi Herêma Kurdistanê ve girêbide. Ji ber vê jî, beriya destpêkirina operasyona rizgarkirina Mûsilê, daxwaza rêkeftinek pêşwext dike.”

Parêzgeha Nînowa piştî Bexdayê mezintirîn parêzgeha Iraqê ye û navenda wê jî Mûsil e. Mûsil ji Hezîrana sala 2014ê ve di bin dagirkeriya rêxistina DAIŞê de ye.

Rudaw
Top