• Sunday, 22 February 2026
logo

Serok Barzanî pêşwaziya Wezîrê Dewlet yê Pêşxistina Navdewletî ya Fransa kir

Serok Barzanî pêşwaziya Wezîrê Dewlet yê Pêşxistina Navdewletî ya Fransa kir
Roja pênçşem 21.07.2016 li Selaheddîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya André Vallani Wezîrê Dewlet yê Karubarên Pêşxistina Navdewletî ya Fransa û şandekî li gel kir ku ji Alain Guêpratte Konsolê Fransa li Hewlêr û hejmarek ji şêwirmend û sekreterên Wezîrê Dewlet yê Pêşxistina Navdewletî ya Fransa pêkhatibû.

Li hevdîtinê de Serok Barzanî spasî gel û Hikûmeta Fransa kir ku palpişt û hevsozê gelê Kurdistanê bûne û spasî Serok François Hollande jî kir ku di demeke hestiyar û li wê dema ku Kurdistan li şer da bû serdana Herêma Kurdistanê kiriye û eve jî wateyeke xwe ya gelek taybetî heye û gelê Kurdistanê ji bîr nake. Serxweşiyê jî li kesukarên qurbaniyên rûdana terorîstiya bajarê Nice kir û ragihand ew rûdan bi rûnî pîşan dide ku teror dijminê hemû aliyeke û gefe li ser hemû cîhanê. Serok Barzanî piştrastiyê li wê yekê kir ku gelê Kurdistanê rêzekî xwe yê taybetî ji bo gelê Fransa heye û bi dostekî xwe yê nêzîk dizanê û destxweşiyê jî li tîmên serbaziyên Fransa kir ku li şerê terorê da yarmetiya hêzên Pêşmergeyan daye. Li dirêjahiya axaftina xwe de ji bilî balkişandina li ser serhildana teror û gefa terorîstan ya li ser Kurdistanê ronahî xiste li ser azadkirina Musilê û tekez li wê yekê kir ku bi navê parastina pêkhatan û dûbarenebûna karesatan li beranber xelkê navçeyê bi taybetî Êzîdî û Mesîhiyan pêwîste peymaneke siyasî li ser çawayiya birêvebirina parêzgeha Nînowa li piştî azadkirina Musilê hebê û Herêma Kurdistanê jî palpiştiya rêyek dike ku bawerî bide pêkhatên neteweyî û olî yan.

Her li vê hevdîtinê de Wezîrê Dewlet yê Pêşxistina Navdewletî ya Fransa bi Serok Barzanî ragihand ku helgirê peyamê Serok François Hollande ji bo dûpatkirina dostayetiyê û peywendiya di navbera her dû aliyan û eve jî xisterû ku Fransa piştevanê gelê Kurdistane li şerê terorîstan û bi bawerin jî ku gelê Kurdistanê serdikevê û pesnê hewlên miroviyên gelê Kurdistanê ya li yarmetîdana koçber û lêqewimiyan kir û ragihand ku cîhan agahdarî qurbanîdan û azayetiya Pêşmergeye û bi çaveke rêz ve temaşa mirovdostê xelkê Kurdistanê dike.

Her li vê civînê de behsa gefên terorê û çawayiya rûbirûbûna tundrewiyê kirin û her dû alî li ser ewe hevrebûn ku pêwîste şerê fikra terorê û tundrewiyê bê kirin û Serok Barzanî tekez li wê yekê kir ku rola welatên Erebî û Îslamî li şerê hizra terorê û girîng û yek alîkere.

Paşaroja Herêma Kurdistanê û peywendiyên li gel Bexda mijareke dinê vê hevdîtinê bû.

Top