• Sunday, 22 February 2026
logo

AMED – 3 polîs hatin kuştin

AMED – 3 polîs hatin kuştin
Li navçeya Erxanî ya Amedî di navbera gerîlayên PKKê û hêzên ewlekariya Tirkiyê de pevçûn derket û 3 polîs hatin kuştin.


Li gor agahiyan polîsên Rêveberiya Ewlekariya Erxeniyê duh bi şev di seet 02:00ê de li ser malekê li taxa Fevzî Çakmak de girtin.

Di dema serdegirtina male de pevçûn derket û 5 polîs birîndarbûn.

Hate gotin ku birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Erxaniyê. Lê polîsên bi navê Engîn Yilmaz, Salîh Aksu û Ahmet Can jiyana xwe ji dest dan.

Rudaw
Top