• Sunday, 22 February 2026
logo

Nûnerê Barzanî serdana Newşîrwan Mistefa dike

Nûnerê Barzanî serdana Newşîrwan Mistefa dike
Nûnerê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li gel Serokê Giştî yê Tevgera Gorranê Newşîrwan Mistefa dicive.

Li gorî zanyariyan, Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fr. Fuad Hisên weke nûnerê Mesûd Barzanî serdana Newşîrwan Mistefa dike.

Sekreterê Giştî yê Partiya Sosyalîst Demokrata Kurdistanê Mihemed Hacî Mehmûd di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand: “Biryare roja pênşemiyê 21ê Tîrmehê Fuad Hisên serdana Newşîrwan Mistefa bike û bi wî re bicive.”

Mihemed Hacî Mehmûd got: “Ev yek pêngaveke baş e. Bêguman di encama axavtin, hevdîtin û civînan de emê ji hev fam bikim û em hingê dikarin arîşeyên xwe çareser bikin.”

Pêştir li hin çavkaniyên siyasî û rojnamevaniî û li ser navê Tevgera Gorranê hatibû gotin, ku Newşîrwan Mistefa amade nîne pêşwazî li Fuad Hisên bike û pê re hevdîtinê bike.

Berdevkê Fermî yê Gorranê Şori hacî jî ji Rûdawê re ragihandibû: “Hêj me li ser şêwaz û dema civîna li gel Fuad Hisên ti biryarek nedaye.”

Li gor agahiyan Rûdawê ji hin çavkaiyan bi dest xistiye, Newşîrwan Mistefa dê bi xwe pêşwazî li Fuad Hisên bike, lê belê hêj ti merc û helwestên xwe yên berê neguherandine.

Sekreterê PSDKê derbarê serdana xwe ya îro çarşemiyê bo Polîtboruya Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê de da xuyakirin: “Ya ku xelk pê kêfxweşî bibe, YNKê soz daye ku wê bike. Di dawiya civîna polîtboruya partiya xwe, me biryar da ku bi aliyên siyasî re bicivin û hewl bidin wê rewşa girtî çareser bikin. Bo vê armancê jî me ji hevdîtina bi YNKê re dest pê kir û piştre em dê serdana PDKê bikin.”

Wiha tê xuyakirin, ku serdana Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê bi nûneratiya Barzanî bo cem Berpirsê Giştî yê Tevgera Gorranê Newşîrwan Mistefa di çarçoveya heman destpêşxeriyê de be, ku pêştir daxwaz dihat kirin Barzanî wê yekê dest pê bike.

Tê pêşbînîkirin, ku destpêbûna wan hewlan rewşa aloz a noha qonaxekê ber bi pêş ve bibe.

Rudaw
Top