Fermandarê YPG’ê Hisên Çawîş şehîd bû
Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi durişmeya “Hevalê Herekol semobola şoreşê ye” daxuyaniyek weşand û tê de ragîhand ku fermandarê wan Herekol (Hisên Çawîş) gihiştiye şehadetê.
Hevalê Herekol (Hisên Çawîş) dema ku li peywireke şoreşgerî ya di bîranîna şoreşa 19’ê Tîrmeha bû, gihişt şehadetê û bû sembola rasteqîne ya têkoşîna bê navbera dawiya vê sedesalê. Ji kesên destpêkê bû ku îmzeya xwe li rûpelên dîroka şoreşa Kurdistanê bi dirêjahiya wê ya erdnîgarî daye.
