Ji ber germê bêhnvedana fermî hate ragihandin
Ji ber bilindbûna asta germê, Rêveberiya Herêma Germiyanê û Parêzgariya Hewlêrê, bêhnvedana fermi ragihandibûn.
Li gor pêşbîniyên Navenda Keşnasî û Erhejzanîna Kurdistanê, di du rojên pêş de dê pileya germê derkeve ser 50 pileyan.
Civata Wezîran a Kurdistanê jî ragihand ku ji ber bilindbûna astê germayê, li tevahî bajarên Kurdistanê roja Pênşemê (21-07-2017) li hemû dezgehên hikûmî bêhnvedana fermî ye.
