• Sunday, 22 February 2026
logo

Ji HDP, MHP û CHPê helwesta li ser îdamê!

Ji HDP, MHP û CHPê helwesta li ser îdamê!
Li Tirkiye’yê piştî darbeya sernekevtî ya 15’ê Tîrmehê niha cezadana sêdaredanê (îdam) tê niqaşkirin. Hikûmet amadehiyan dike, da ku cezayê îdamê bîne. Ji partiyên opozîsyonê HDP li dijî darvekirinê derdikeve, MHP piştgirîyê dide û CHPê jî hîn helwesta xwe diyar nekiriye.

Li Tirkiye’yê di 2004’an de cezayê darvekirinê (îdam) bi her awayî jî nav yasayan hate derxistin. Lê belê piştî hewla kûtedaya 15’ê Tîrmehê darkevikirin dîsa kete rojeva Tirkiyeyê.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokwezîr Bînalî Yildirim ragihandine, dibe ku reşnivîsa derbarê darvekirinê de bê parlamentoyê. Lê gelo eger ku reşnivîsa darvekirinê bê parlamentoyê dê opozîsyon çi bike? Partiya sereke ya opozîsyonê Partiya Gel a Komarî (CHP) di vî warî de hîn ne xwediyê ti biryaran e.

Cigîrê Serokê CHPê Tekîn Bîngol li ser vê mijarê ji Rûdawê re axivî û got: “Em di heyameke dilşewat re dibihûrin. Em dê bendewar bin. Eger ku reşnivîs were rojevê, em dê digel lijneyên xwe yên peywendîdar rûnin û biryara xwe ji gel re rabigihînin. Ji ber ku em nizanin dê hikûmet rêbazeke çawa bimeşîne, lewma nabe ku em ji niha ve ti tiştî bêjin.”

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî li dijî cezayê îdamê derdikeve. Li gorî HDPê anîna cezayê îdamê him li dijî peymanên navnetewî ye û him jî ev ceza berev baş nayê sepandin. HDP dibêje, eger ku reşnivîsa darvekirinê were qebûlkirin dê têkiliyên Tirkiyê û Yekitiya Ewropayê jî xirab bibin.

Parlamenterê HDPê M. Emîn Adıyaman jî derbarê mijara anîna cezayê îdamê û rojevbûna wê li Tirkiyê daxuyanî da Rûdawê û wiha axivî:

“Ji salekê vir ve ye, sîstema Tirkiyê û hela demokrasiyê û têkiliyên wê û ewropa ber ve tengiyê diçe. Yanî neyîni diçe. Ger ser vê, cuntaya niha darbeyek pêk hat. Tirkiye û taybet jî iktidara AKPê, riya demokrasiyê, riya mafê mirovan û heq û edaletê pêk neyine rastî têkiliyên wê û Ewropayê wê daha neyînî, daha teng bibin û şert û mercên tirkiyê yên têketina Ewropayê wê xerabtir bibin.”

Ji aliyekê din ve partiya din a opozîsyonê, Partiya Tevgera Niştîmaniya Nijadperest (MHP)ê diyar kir ku ew dê piştgiriya reşnivîsa îdamê bikin.

Serokê Giştî yê MHPê Devlet bahçeli îro di komcivîna partiya xwe ya li Parlamentoya Tirkiyê de ew yek aşkere kir û da xuyakirin, ku eger Partiya desthilatdar a Dad û Geşepêdanê (AK Partî) amade be ku cezayê îdamê vegerîne, ew jî wek MHPê bo wê yekê amade ne.

Rudaw
Top