EFRÎN – di hefteyekê de 8 hezar penaber
Li gor ragihandina ajansên mirovî û ewkelariyê yên li rêveberiya xwecîhî yê Efrînê, piştî 12ê Tîrmehê heta roja 19ê Tîrmehê, 8 hezar û 372 kes koçê Efrînê bûne.
Tê gotin ku pirraniya wan koçberan ji 15 salî mezintir in, navê wan ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatine tomarkirin û paşî li kampan hatine bicîhkirin.
Pirraniya koçberan ji navçeya Şehba ya bakûrê Helebê ve hatine û beşek ji wan jî ji Reqayê û ji Iraqê ve berê xwe dane vê bajarê Kurdan.
Li gor gotina koçberan, şer û pevçûn, herwiha şêweyê danûstandina DAIŞê ya li gel xelkê, bûne sedemên sereke yên koçberiyê.
Piştî 25ê Gûlana 2016ê, ji navçeyên bakûrê Sûriyê bi hezaran kesan berê xwe dane bajarên Rojavayê Kurdistanê.
Pirraniya koçberan li kampa Basle ya nahyeya Şêrawa ya Efrînê hatine bicîhkirin. Herwiha kampek nû yê bi navê Şehba jî li nav sînorên Efrînê hate avakirin.
Rudaw
