• Sunday, 22 February 2026
logo

Serokwezîr xwendekarên yekemên Kurdistanê xelat dike

Serokwezîr xwendekarên yekemên Kurdistanê xelat dike
Roja Sêşem 19/7/2016 bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Wezareta prerwerde rêûresmeka rêzgirtinê ji bo xwendekarên yekemên her du salên 9 ya bineretî û 12 ya her du beşên zanistî û edebî ya xwandina pîşeyî û îslamî bo sala 2016 xelatkir.

Di merasimê de hijmarek perlemantar û wezîr û berpirsên îdarî û kes û karên xendekaran amade bibûn,Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di peyvekê de pîrozbahiya xendekaran kir û hêviya serketinê ji wan re xwest.


Serokwezîr behsa egîdiya Hêzên Pêşmerge û saziyên emnî kir ku bi fedakarî û bi xwîna xwe hewila parastina tenahî û asayişa Herêma Kurdistanê dane. Herwiha serê xwe li hember pêşmergeyên şehîd tewand, ku bi xwîna xwe Kurdistan parastine. Hêviya zû başbûnê jî bo pêşmergeyên birîndar xwest, û hewila xendekaran giring nirxand ku wek pêşmerge hewila ser xistina welatê xwe didin û bi cihê şanaziya Gelê Kurdistanê daya zanîn.


Nêçîrvan Barzanî xuya kir reformên pirosêsa xwendinê kilîla pêşketina Kurdistanê ye ku welat digehîne asta welatên pêşketî yên cîhanê, ku bi danana sîstemeka bi ser û ber li sektora perwede û xwendina bilind, pêşerojeka Kurdistan rohin û baştir dibe.


Li pareka din, Serokwezîr spasiya hemû mamostayên Kurdistanê kir ku hewil dane piroseya xwendina îsal bi serketî dawî bibe. Desrxweşiya mamostayan kir ku zêdebarê kirîza darayî, nehêştin pirosêsa xwendinê bihê westandin. Spasiya dayik û bavên xwendaran ku di xema zarokên xwe de bûn û destxweşiya wezîr û karmendên sektora perwede kir ku bi disozî pirosêsa xwendinê rêve birine.


Li dawiya axaftina xwe, Serokwezîr xuya kir eger gencên me derfet hebin dikarin li pêşerojê gelek erkên mezin li Kurdistanê bi cih bînin.

Her wiha hêvî xwest hemû aliyek dest bidin hev û Kurdistanê pêş bêxin.


Li dawiya merasimê jî, bi wezîr û rêveberêm sektora perwerde, Nêçîrvan Barzanî xelat û diyarî pêşkêşê xwendekarên yekemên Kurdistanê kir.
Top