Kurdistan dikare bê referandom biryara serxwebûnê bide
Naha serokê dîwana serokatiya Herêma Kurdistanê Fuad Husên wek nûnerê serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî serdana aliyên siyasî yên Kurdistanê wê bike, peyama Barzanî bo wan aliyane ew e ku beşdarî li civîna hemû partiyên siyasî yên li gel serokatiya Herêma Kurdistanê ya derbarê biryara referandom û serxwebûna Kurdistanê bikin.
Çavkaniyekî nêzîk li serokatiya Herêma Kurdistanê ji rojnameya Bas re aşkera kir, Barzanî armanca wî bi rêya yekdengiya niştimanî ve pirsa referandomê û serxwebûna Kurdistanê bi encam bike, di vê rewşê de her aliyekî ku di vê pirsê de neyê pêş, wê demê bixwe berpirsyar dibe û bê wî jî ev mijar wê bê derbaskirin.
Heman çavkaniyê ragehand, çend carekî ku yasanasan û şarezayên yasayên navnetewî li gel serokê Herêma Kurdistanê civiyane, behsa vê yekê kirine, ku Kurdistan dikarê wek Singapûrê bê rapirsî ango referandomê ji Malezya cuda bû û dikare bi vî awayî jî biryar bê dayîn. Ew biryar dikare bi yekdengiya partî û aliyên siyasî ve pêkbê. Di rewşa naçar de jî eger her parlamentoya Kurdistanê çalak nebû jî û biryara referandomê hate dayîn, wê demê dikare bi piştîwaniya hukmê (1) madeya (56) a yasayê û hejmara (1) ê ya sala 1992ê ku hatibû pêkanîn, ku li ser pêşneyara hejmara yasayî ya endamên parlamentoyê ve, parlamentoya Kurdistan-Iraq di rûniştina asayî ya hejmara (18) ya 23.07.2014ê biryara derxistina wê dabû, bê pêkanîn, ku yasaya hejmara (4)ê komîsyona bilind a serbixwe ya helbijartin û rapirsiyê ye û di beşa yekem di madeya dûyem de tê gotin, li gor vê yasayê tê damezrandin û di bin nav û nîşana komîsyona bilind a serbixwe ya helbijartin û rapirsiyê, bo ku bibe take desthilat, ku rêkarê hemû helbijartin û rapirsiyên giştî li ser asta Kurdistan û Iraqê pêkbîne.
Li gor vê yasayê komîsyona bilind a serbixwe ya helbijartinê û rapirsiyê piştî biryara serokê Herêma Kurdistanê, ku desthilatê yekeme li Herêma Kurdistanê de, li gor yasayên tên bikaranîn biryara helbijartin û rapirsiyê dide û rêkarên yasayî û pêwîstiyan digre ber xwe.
Lê şarazayê yasayî Besam Elî ji rojnameya Bas re ragehand, di rewşekî asayî de, her dibê yasa hebe bo pêkanîna rapirsiyê li Herêma Kurdistanê. Lê rewşa naçar de dikare awayên din bên pêkanîn, lê bi biryara siyasî hebe.
Roja 14ê Tîrmehê 2016ê serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li gel beşek ji partî û aliyên siyasî yên Tirkmenan yên li parlamentoyê û yên dervey parlamentoya Kurdistanê civiya. Li gor gotinên berpirsekî partiyekî Tirkmenan, Barzanî di civînê de amaje bi vê yekê kiriye ku banga wî ya vê carê di cejnê de ji aliyan re birêkiriye banga dawiyê ye û her aliyekî beşdarî di civîna ji bo rapirsiyê neke berpirsyariya wê dikeve ser wan bixwe.
Serokê partiya geşepêdana Tirkmenan Mihemed Seidedîn ji rojnameya Bas re ragehand, li gor gotinên Barzanî banga dawiyê li aliyan dike ku pirsa referandom û serxwebûna Kurdistanê re ew jî bibin xwedî û cîhê wan je behe û got: ‘’Barzanî di wê civînê de ragehand, ku şendek li partî û aliyan û pêkhateyên Kurdistanê wê pêkbê ku bi awayekî pratîk kar li ser referandomê bikin. Destpêkê serdana Bexdayê wê bikin û piştre welatên cîran û Amerîka û Ewropayê ku piştîwaniya pêkanîna referandomê pêkbînin.
Heman rêveberê Tirkmenî ragehand, Barzanî dixwaze hemû aliyên siyasî yên Kurdistanê beşdarî vê pirsa niştimanî bikin û pêgehan wan hebe di biryara çare nivîsa gel de. Lê ew aliyên ku neyên jî bê wan wê biryar bê dayîn û li benda tu aliyekê û hêzêkê nayê sekinandin.
Basnews
