• Sunday, 22 February 2026
logo

Pentagon: Em dikarin dev ji Incirlîkê berdin

Pentagon: Em dikarin dev ji Incirlîkê berdin
Wezareta Bergiriya Amerîkayê (Pentagon) Peter Cook de kongireyeke rojnamevanî de ragihand ku, Ji 16’ê vê mehê de elektirîka di navenda Încirîkê hatiye birîn, heta niha jî birîna elektirîkê berdewam e. Cook da zanîn jî, divê Tirkiyê pêngavên vê pirsgirêkê çareser bike.

Cook aşkere kir ku, Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞ’ê bi serokatiya Amerîkayê dikare dev ji navenda leşkerî a Tirkiyê Incirlîk berde. Diyar kir ku, Hevpeymaniya Navdewletî karînên wê hene ku, bêyî navenda Incirlîkê operasyonan li dijî DAIŞ’ê encam bide.

Cook di dawî ya daxuyaniya xwe de aşkere kir ku, darbeya li Tirkiyê bo Wezîrê Bergiriyê yê Amerîkayê Ashton Carter jî neçaverê kiribû.

Di 15’ê vê mehê de hawldana darbeyek li Tirkiyê hate kirin, ew yek bû sedema birîna elektirîkê ji navenda incirlîk a leşkerî ku, ji wê navendê Hevpeymaniya Navdewletî operasyonên xwe li dijî DAIŞ’ê encam didin.

Rudaw
Top