• Sunday, 22 February 2026
logo

Amerika û Awropa: pêwîste Tirkîyê rêzê li maf û azadîyan bigre

Amerika û Awropa: pêwîste Tirkîyê rêzê li maf û azadîyan bigre
Her yek ji Amerîka û Awropa daxwaz ji Tirkîyê kirine, piştî şikestina kodetayê, rêzê li maf û azadî û demokrasîyê bigrin.

Fêdrîka Mogrînî, berpirsa sîyaseta derve ya Yekîtîya Awropa û Con Kêrî, wezîrê derve yê Amerîka di kongreyekê rojnamevanî da ragîhand: pêdvîye Tirkîyê rêzê li maf û azadîyên welatîyan bigre û xwe ji yasayên mafên mirovî la nede, kodetayê jî wek behane bikar neîne bo binpêkirina mafên mirovî.

Kêrî û Mogrînî amaje kirîye: pêdvîye pêgîrîyeka temam bi destur û yasayên Tirkîyê û berqerar kirina serwerîya yasayê bê kirin, endam bûna wê di hevpeymanîya Natoyî jî da, neçar dike rêzê li demokrasîyê û yasayê bigre.

Ev di demekî daye ku îro herdu alîyan li Birukselê kombûnek li dor rewşa navxwe ya Tirkîyê kiribû û encamên wê kombûnê li hember rojnamevanan ragîhandibûn.

War.tv
Top