• Sunday, 22 February 2026
logo

Şêwirmendê Xaminayî: Bi serxwebûna Kurdistanê Israîla duyemîn durust dibe

Şêwirmendê Xaminayî: Bi serxwebûna Kurdistanê Israîla duyemîn durust dibe
Li gorî ajansa nûçeyan a Fars, Şêwirmendê Bilind ê Rêberê Bilind ê Şoreşa Islamî Elî Xaminayî, Elî Ekber Wîlayetî di civînek parêzgarên welatê xwe de ragehand ku, heger Kurd li navçeyê bihêzbûne.

Herwiha gotiye ku, Amerîka dixwaze Kudan bihêzbike li navçeyê û biniyaze Kurdistanek serbixwe damezirîne “Ev yek metirsiyek mezine li navçeyê û heger bi serket duyem Israîl durust dibe.”

Elî Ekber Wîlayetî Amerîka bi wê yekê tuhmetbar dike ku, ew rêkeftinan binpêdike û got: “Dibe ku Amerîka sizayên aborî rake, lêbelê mijarek din dixe rojevê ku ew mijar li cem Îranê nayê qebûl kirin.”

Naborî got: “Niha Îran gelekî bihêze û li navçeyê pêgeyê xwe heye, lewma Amerîka û welatên Rojava hewldidin ku Îran têkbişkînin û wê lawaz bikin.”

Basnews
Top