Newşîrwan Mistefa peyam bo Barzanî şand
Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê bi rêya Sekreterê Giştî Selahedîn Bahadîn ve dest bi navbeynkariya di navbera Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Tevgera Goran kiriye.
Li gor zanyariyên Rûdawê ku ji çavkaniyekê bilind ê nav Yekgirtûya Îslamî bidestxistiye, Selahadîn Bahadîn li gel Newşîrvan Mistefa civînek taybet pêk aniye. Di civînê de Bahadîn daxwaza asayîkirina pêwendiyên navbera PDK û Goran kiriye.
Hate gotin ku di vê hevdîtinê de Sekreterê Giştî yê Tevgera Goran bi rêya Bahadîn peyamek jib o Mesûd Barzanî şandiye û li hêviya bersivê ye. Herwiha Newşîrvan Mistefa gotiye ew weke Goran ji bo ti pêngavekê destpêşxer nabin û li hêviya PDKê ne ku gava yekem biavêje û ew jî bersivê bidin.
Derbarê naveroka peyama Mistefa de jî berpirsê Yekgirtû got ku Newşîrvan Mistefa gotiye ew mijara guhertina Yusif Mihemed ji serokatiya parlamentoyê razî ne, referandûmê jî qebûl dikin û daxwazên PDKê jî. Lê ka dê li hember vê PDK çi gava biavêje?
Li gorgotina heman berpirsê Selahadîn Bahadîn peyama Mistefa gehandiye Barzanî û dibe ku ji bo wergirtina bersivê jî Sekreterê Giştî yê Yekgirtû li gel Barzanî hevdîtinekê bike.
Berpirsê Yekgirtû daye zanîn ku wê hevdîtina Barzanî û Bahadîn di vê demê de nebe ji ber ku niha Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Husên ji bo çareserkirina krîzê li gel partiyan kom dibe û biryare li gel Newşîrwan Mistefa jî bicive.
Endamê Polîtbûroya Yekgirtûya Îslamî Xazî Seîd jî ji Rûdawê re ragihand ku Selahadîn Bahadîn beriya hevdîtina teybet a li gel Newşîrwan Mistefa, li gel Nêçîrvan Barzanî hevdîtinek kiriye.
Xazî Seîd diyar kir ku vê gavê ji bo çareseriya pirsgirêkan di navbera aliyan de nêzîkbûn û nermbûnek heye.
Seîd daxuyand ku ji bo çareserkirina pirsgirêkan 3 qonax pêwîst in û got:
“Qonaxa yemek vegera baweriyê ye di navbera aliyan de. Qonaxa duwem destpêkirina civîn û hevdîtinan. Qonaxa sêyem jî ji bo çareseriyê biryardan e.”
Rudaw
