• Sunday, 22 February 2026
logo

Endamekî rêveberiya PDKê: Hatina Malikî hewldana lawazkirina navenda biryar li Kurdistan e

Endamekî rêveberiya PDKê: Hatina Malikî hewldana lawazkirina navenda biryar li Kurdistan e
Endamekî rêveberiya PDKê, ji hatine serokê partiya Dewa Nûrî Malikî ya bajarê Silêmaniyê nîgerane û dibêje: ‘’Malikî li hember kurd rûreş e.’’

Îro 18.07.2016ê endamê rêveberiya PDKê Necat Hesen ji BasNewsê re ragehand: ‘’Hatina serokê partiya Dewa îslamî Nûrî Malikî, hewldana lewazkirina navendî ya biryare li Kurdistanê û bi taybet jî li paytexta Kurdistanê.’’

Herwaha diyar kir: ‘’Ne pêkane kesekî gendelker ê wek Nûrî Malikî bikare rol bilîze, ji ber li hember Kurdistanê rûreş e. Her ew bixwe bu xwest hêzên Dîcle bîne û sînorê Kurdistanê dagir bike, herwaha qutkirina tiştên xwarinê yê xelkê Kurdistanê di sitûyê wî de ye.’’

Necat Hesen daxwaz ji wan hêzan dike ku pêşwazî li Malikî dikin û dibêje; divê li xwe vegerin û diyar kir: ‘’Eger hatina wî bo babetên siyasî be, ev tişta sernakeve û wê bi mirî li dayîk bibe.’’

Basnews
Top