PKK zorê li YNK û Gorranê dike bi PDKê re rûnenên!
Li gorî agahiyên ku ji jêderekî haydar ketine destê BasNewsê, PKK zorê li YNK û Gorranê dike û ji wan dixwaze bi PDKê re rûnenên û pê re li hev nekin.
Her wiha ev çend roj in PKKê di medyaya xwe de dest bi êrişeke berfireh li dijî berpirsê Polîtburoya YNKê Mela Bextiyar û rayedarên ku li hember PDKê nermiyê nîşan didin, kiriye.
Li ser vê helwesta PKKê, siyasetmedarê kurd Dr. Mehmûd Osman ji BasNewsê re got, peywendiyên PKKê bi YNK û Gorranê re pir baş e lê peywendiyan wan partiyan ne bi Tirkiyê re baş e ne jî bi PDKê re.
Dr. Mehmûd Osman her wiha got, wisa xuya dike PKK hez dike nakokiyên navbera PDK û Gorran-YNKê de neyê çareserkirin ji bo ku PDK lawaz bibe.
Hinek çavdêrên siyasî jî dibêjin, PKK û Gorran û YNKê xwe dane aliyê Îranê û li dijî PDKê ketine yek çeperê.
Basnews
