Amerîka penaxwaziya fermadarekî Tirkiyê redkir
Li gor rojnameya New York Times ragehandî ku, fermandarê navenda Incîrlîkê Bekir Ercan Van piştî ku, zanî derbeya leşkerî têkçû û berî were girtin, daxwaza penaxwaziyê ji Amerîkayê kir, lê daxwaza wî ji aliyê wî welatî ve hate redkirin.
fermandarê navenda Incîrlîkê Bekir Ercan Van bi tometa beşdarbûn û yek ji encamderên kodetaya têçûyî ji aliyê Tirkiyê ve berî du rojan hate girtin.
Ji aliyeke din û li gor Wezîrê Dad yê Tirkiyê ragehandî ku, di çarçoveya operasyona girtina encamderên kodetaya têkçûyî heta niha 6 hezar kes hatine girtin.
Ji aliyiyeke din ve berpirsekî ewlehiya Tirkiyê ve ji ajansa Reutesê ve ragehand ku, 8 hezar polîs jî li seranserî Tirkiyê ji kar hatin dûrxistin.
K24
