• Sunday, 22 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî: Em kêfxweş in bi serketina îradeya Gelê Tirkiyê

Nêçîrvan Barzanî: Em kêfxweş in bi serketina îradeya Gelê Tirkiyê
Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di peyamekê de ji ber serketina îradeya gel bi ser kodetaya girûpeka serbazî, pîrozbahiyê ji Serokomar û Serokwezîr û Gelê Tirkiyê dike.

Tekista peyama Serokwezîr:

Em kêfxweş in bi serketina îradeya gelê Tirkiyê bi ser hewla girupeka serbazî dijî rewatî û îradeya gel. Em di wê bawerê de ne ku şikista vê hewlê dibe sedema bihêztirbûna deshilat û hikûmet û îradeya gelê Tirkiyê û her wiha pêşiya darbeyên serbazî li Tirkiyê digire.

Bi vê hilkeftê , pîrozbahiya Serokkomar Recep Tayyip Erdogan, Serokwezîr Binali Yildirim, hemû part û gelê Tirkiyê dikîn ku bi hev re hewla kodetayê şikandin.

Yekdengiya aliyan û kesatiyên Tirkiyê karî rewatiya desthilat, û Tirkiyê û deverê ji aloziyeka mezin biparêze.

Gelê Tirkiyê bi xwîn û egîdî, rewatî li Tirkiyê parast. Em di wê bawerê de ne ku ev mînakeke nû û mezin e di nava şiyariya gelê Tirkiyê de. Herwiha şiyarî ya gelan, devera me berev aramî, diyalog, nehêştina terorê û aloziyan dibe.

Nêçîrvan Barzanî

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê

16- 7 - 2016


Top