• Sunday, 22 February 2026
logo

Serok Barzanî li gel Serok û Sekreterê Partiyên Mesîhiyên(Aşurî, Suryanî, Kildanî û Ermenî) Herêma Kurdistanê civiya

Serok Barzanî li gel Serok û Sekreterê Partiyên Mesîhiyên(Aşurî, Suryanî, Kildanî û Ermenî) Herêma Kurdistanê civiya
Roja şemî 16.07.2016 li Selaheddîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li gel Serok û Sekreterên Partiyên Mesîhiyên (Aşurî, Suryanî, Kildanî û Ermenî) Herêma Kurdistanê civiya.

Li civînê de behsa paşaroja Herêma Kurdistanê û peywendiyên li gel Bexda û referandum û piyadekirina mafên diyarkirina çarenûsa xelkê Kurdistanê û pêkhatên olî û neteweyiyan kirin. Her wiha ronahî xistin li ser şerê dijî terorîstên Da'îş û azadkirina Musil û qonaxa piştî Da'îş û Serok Barzanî piştrastiyê li wê yekê kir ku berî azadkirina Musil û navçeyên deşta Nînowa pêwîste rêkkeftinekî siyasî bi beşdariya pêkhatan li navbera aliyan da hebê li ser paşaroja wan navçeyan û qonaxa piştî Da'îş, bo ku xuşk û birayên Mesîhî û hemû pêkhatên neteweyî û olî yên din ji paşaroja xwe bawer bin û êdî karesat dûbare nebin. Eve jî xisterû ku çarenûsa xelkê navçeyê pêwîste bi destê nîştecihên wan navçeyan bi xwe bê.

Li beşekî dinê civînê de Serok Barzanî wê yekê dûpatkir ku bi hemû şiyanek ve palpiştê maf û daxwazên xuşk û birayên Mesîhiyane bo ku mafên wan parastî bê û bikarin bi bextewerî li navçeyên xwe da bijîn.

Her li vê civînê de behsa proseya siyasiya Herêma Kurdistanê û pêwîstî beşdariya çalakaneya pêkhatan li proseya siyasiya Herêma Kurdistanê kirin û li ser paşaroja navçeyên xwe û Herêma Kurdistanê û her wiha piyadekirina mafê çarenûsa xelkê Kurdistanê de Partiyên Mesîhiyên (Aşurî, Suryanî, Kildanî û Ermenî) Kurdistanê piştevaniya xwe ji bo nêrîn û siyaseta Serok Barzanî ragihand.

Top