• Sunday, 22 February 2026
logo

Wezîrê Çandiniyê: Îran û Tirkiye ji geşekirina çandiniya Kurdistanê aciz in!

Wezîrê Çandiniyê: Îran û Tirkiye ji geşekirina çandiniya Kurdistanê aciz in!
Wezîrê Çandiniyê yê Herêma Kurdistanê ragihand, hinek welatên cîran li geşekirina çandiniya Kurdistanê ditirsin!

Wezîrê Çandiniyê Ebdulsetar Mecîd, ji BasNewsê re got, biryarên ku Wezareta Çandiniyê ji bona geşekirina çandiniyê dide, bûne sebeba dilgiraniya hinek welatan.

Ebdulsetar Mecîd navê wan welatan jî eşkere kir û got, welatên mîna Îran, Tirkiye û Amerîka ji biryarên me û geşekirina çandiniya Kurdistanê dilgiran in çimkî ditirsin êdî em rê nedin berhemên wan derbasî Kurdistanê bibe.

Çend roj berê dihat gotin ku komek kêzik û kulî li devera Germiyanê hatine rijandin, derheqê wê yekê de jî Wezîrê Çandiniyê got, tiştekî wisa tine û ti kesî kêzik mêzik li wê derê nerijandiye. Her 17 salan carekê tiştekî wisa diqewime, kêzik û kulî zêde dibin, ev jî ziyanek kûr nade çandiniya Kurdistanê, jixwe çandiniyeke me ya wisa jî nîne!

Ji aliyekî din, nivîskarê kurd Diyar Cebar Hemewendî, îro ji BasNewsê re nivîsek nivîsiye û tê de behsa rijandina wan kêzik û kuliyan kiriye. Wî nivîskarî, bêyî ku navê Îranê bîne ziman, rijandina kêzikan avêtiye stûyê Îranê û gotiye, “topbarana deverên sînorî û avêtina kêzik û kuliyan li devera Germiyanê, bersiva wê yekê bû ku dihat gotin Herêma Kurdistanê dê sînorên xwe bigire û nehêle berhemên çandiniyê ji derve bên Kurdistanê!...”

basnews
Top