• Sunday, 22 February 2026
logo

Daxuyaniya Serokayetiya Herêma Kurdistanê ya di derbarê kudetaya serbaziya Tirkiye

Daxuyaniya Serokayetiya Herêma Kurdistanê ya di derbarê kudetaya serbaziya Tirkiye
Di derbarê kudetaya(darbe) serbaziya şeva 15 li ser 16.07.2016 ê Tirkiye, Serokayetiya Herêma Kurdistanê şermezariya hemû hewlekî dike ku li dijî îradeya gel û prensîpên demokrasiyê bixwazê sîstema siyasiya hilbijartî li rêya çek û kudetayê birûxênê. Ji ber ku lojîkiya çek û tundutîjiya dijî demokrasî û aramiya siyasî û pêkvejiyanê têk dide.

Xweşhalîn ku hemwelatiyên Tirkiye piştevanê Hikûmeta şer'î û hilbijartiyê bûn û rê nedan kudetaçî ser bikevin. Herêma Kurdistana Iraqê xwazyarê aramî û aştiye li Tirkiye û navçeyê. Ji ber ku tenê aramî û aştî xizmeta berjewendiya gelên navçeyê dike.

Serokayetiya Herêma Kurdistanê
16.07.2016


Top