Iraq: Kûdeta, meseleyek navxweyî ya Tirkiyê ye!
Iraqê helwesta xwe li hember kûdetaya serbazî li Tirkiyê eşkere kir. Wezîrê Derve yê Iraqê Îbrahîm Ceiferî ew bûyer wek “meseleyek navxweyî” nirxand û got, em bûyerên li Tirkiyê bi hûrî dişopînin.
Ceiferî bang li artêş û hikûmeta Tirkiyê kir, pîvanên demokratîk binpê nekin û xwîna mirovan nerijînin.
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî jî bang li encumena asayişa niştimanî ya Iraqê kir, bi awayekî awarte li ser bûyerên Tirkiyê bicive.
Basnews
