• Sunday, 22 February 2026
logo

Aloziyên Tirkiyê didomin – Serbazek hat şerjêkirin

Aloziyên Tirkiyê didomin – Serbazek hat şerjêkirin
Yek ji wan serbazên ku tevlî kûdetaya serbazî bibû, ji aliyê komek kesên sivîl hat şerjêkirin.

Şeva borî komek fermande û serbazên artêşa Tirkiyê hewla kûdetaya serbazî li dijî hikûmeta AKPê dan.

Îro danê sibê, beşek ji wan serbazên ku tevlî kûdetayê bibûn û pira Bogazîçî ya Stenbolê girtibûn, teslîm bûn.

Piştî teslîmbûna wan serbazan, komek kesên sivîl êrişî serbazekî kirin û serê wî jê kirin û kuştin.

Ji aliyekî din, tê gotin li Enqerê bi dehan polîs, serbaz û sivîl hatine kuştin û gelek kes jî birîndar bûne.

Li gorî medyaya Tirkiyê, bi giştî 60 kesên sivîl di encama aloziyên şeva borî de hatine kuştin û gelek kes jî birîndar bûne.

Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim jî ragihand, yek ji wan generalên ku tevlî kûdetayê bibû, hatiye kuştin.

Alozî li Enqer û Stenbolê û hinek bajarên din ên Tirkiyê didome.

Basnews
Top