Serokerkanê Tirkiyê biwekalet: Derbeya Leşkerî têkçû
Derbarê vê mijarê Serokerkanê Tirkiyê biwekalet Omîd Dondar ji Stenbolê di kongreyekî rojnamevanî de ragehand ku, welatê wî rûpela kodatayan bi temamî tewan, da zanîn ku, hawla derbeya Leşkerî ya welatê wî ji aliyê hêza esmanî ve û hejmarek ji hêzên ewlekariyê ve hatibû encamdan lê, ew hawil têkçû û bi ser neket.
Dondar aşkere kir ku, encamderên derbeya leşkerî gelek berpirsên leşkerî girtibûn û ew bo ciheke ne diyar hatibûne veguheztin.
Dondar Tekez kir ku, 104 kes ji wan kesên derbeya leşkerî encamdane hatin kuştin û hezar û 564 hatin girtin, herwiha 90 kesên din di nav wan de 47 welatiyên sivîl hatin kuştin û hezar û 254 kes birîndar bûn.
K24
