• Thursday, 26 February 2026
logo

HDP li dijî darbeya leşkerî derket

HDP li dijî darbeya leşkerî derket
HDP li dijî darbeya leşkerî ya li Tirkiyê derket.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) derbarê darbeya leşkerî ya li Tirkiyê de helwesta xwe aşkere kir.

HDPê li ser hesabê xwe yê fermî yê di tora civakî ya Twitterê de ragihand: “HDP di hemû şertûmercekê de û bi her awayî li dijî darbeya leşkerî ye.”

HDPê di daxyaniya xwe de got: “Di vê rewşa zehmet û hesas de ku Tirkiyê tê re derbas dibe, ya rast çi dibe bila bibe, lê kes mafê wê nîne ku îradeya xwe li ser îradeya gel ferz bike.”

Di daxuyaniyê de herwiha tê gotin: “Tirkiyê bilez pêwîstî bi demokrasiya piranî û azadîxwaz, aştiya navxweyî û derve û nirxên demokratîk ên peymannmaeyên gerdûnî heye.”

HDPê herwiha got: “Ji bilî xwedîderketina siyaseta demoktratîk ti rêyek din nîn e.”

Rudaw
Top