• Sunday, 21 June 2026
logo

“PKKê dixwaze deverek Herêma Kurdistanê ji xelkên wê vala bike”

“PKKê dixwaze deverek Herêma Kurdistanê ji xelkên wê vala bike”
Cîgirê Serokê Komîteya Asayiş di parlemena Kurdistanê de Nazim Herkî ragehand ku, Partiya Karkirên Kurdistanê (PKK) hewildide ku navçeykê li ser sînorê Herêma Kurdistanê ji xelkê vala bike û kontirol bike.

Nazim Herkî ji BasNews re ragehand: “PKKê ji mêjve kar li ser vê pirojeyê dike û niha destpê bicîkirina wê pirojeyê kiriye, PKKê dixwaze hejmarek gund li Qendîlê ji xelkê vala bike û wê deverê kontirol bike.”

Herwiha got: “Zaniyariyên li cem me dibjin ku hin acnîdeyên derve lidûv vê pirojeyê ne, PKKê fişarê li xelkê wan gundan dike jibo ku dest ji gundên xwe berdin, PKKê dixwaze baregehên li Herêma Kurdistanê bicih bike û xelkê jibo nav rêjên xwe rêxstin bike, wek niha zarok û sîpeyan direvînin li Helbce û hin deverên din.”

Berî demekê ragehandina PKKê navê çend kesan ji Herêma Kurdistanê belav kiribû û re tuhmet arasteyî wan kirbû ku ew sîxuriyê ji Tirkiyê re dikin, Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û dewleta tirkiyê jî bi tundî van tuhmetan red dikin.

Basnews
Top