• Sunday, 21 June 2026
logo

Serok Barzanî li gel Desteya Serokayetiya Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê civiya

Serok Barzanî li gel Desteya Serokayetiya Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê civiya
Roja pênçşem 14.07.2016 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li gel Belên Abdulla û Behmen Husên Endamên Desteya Serokayetiya Partiya Zehmetkêşên(Kedkarên) Kurdistanê civiya.

Li civînê de rewşa siyasî ya Herêma Kurdistan û Iraq û paşaroja peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Hikûmeta Iraqê nirxandin û ronahî xistin li ser proseya siyasiya Herêma Kurdistanê û referandum û mafê gelê Kurdistanê ya li diyarkirina çarenûsa xwe. Her wiha di derbarê qonaxa piştî Da'îş û egerên siyasiyên wê qonaxê de danustandina bîr û ramanan kirin. Her li vê hevdîtinê de şanda mîhvan pêzanînên xwe ji bo hewlên Serok Barzanî ya li pêdagîrkirina mafê çarenûsa gelê Kurdistanê û desteberkirina palpiştiya navdewletî ya ji bo Herêma Kurdistan û Hêzên Pêşmerge hebû.

Li beşekî dinê civînê de behsa rewşa jiyan û debara xelkê kirin û Serok Barzanî behsa hengavên proseya çaksazî û ji raderxistina gendeliyê kir.

Top