Serok Barzanî beşdarî li rêwresma bîranîna roja niştîmaniya Fransa kir
Rêwresma ku ji aliyê Konsolxaneya Fransa li Hewlêrê hatibû sazkirin bi amadebûna hejmarekî zêdeyê berpirsên siyasî û kesayetî û nûnerên rêxistinên Herêma Kurdistanê û nûnerê welatên biyanî li Hotel Rotana ya bajarê Hewlêrê birêveçû.
Li vê rêwresmê de Alain Guêpratte Konsolê Giştî yê Fransa li Hewlêr li gotarek da spasî amadebûna Serok Barzanî ya li rêwresmê kir û behsa peywendî û dostayetiya di navbera gelê Fransa û gelê Kurdistanê kir û serdana François Hollande Serokê Fransa ya bajarê Hewlêr li eylûla 2014 bi lûtkeya wê dostayetiyê da zanîn. Her wiha li dirêjahiya axaftina xwe de ji bilî balkişandina li ser gef û êrîşa terorîstên Da'îş pêzanînên xwe ji bo qehremanî û qurbanîdana Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li têkşikandina terorîstan û her wiha parastina pêkhatên neteweyî û olî yên Iraq û Herêma Kurdistanê hebû.
Her li vê rêwresmê de gotara Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji aliyê Felah Mistefa Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hate xwendin.
