• Monday, 22 June 2026
logo

Peyama hevxemiyê ya Serok Barzanî ji bo Serok Komarê Fransa

Peyama hevxemiyê ya Serok Barzanî ji bo Serok Komarê Fransa
Birêz François Hollande Serok Komarê Fransa

Êrîşa terorîstiya bajarê Nice (Nîs) a Fransa û kuştina hemwelatiyên bê tawan bi destê terorîstan li salvegera roja niştîmaniya Fransa gelek ez xemgîn û û dilgiran kirim. Gelek bi tundî wê kirdara dirindaneye terorîstan şermezar dikim û bi navê xwe û gelê Kurdistanê serxweşiyê li we û gelê Fransa û kesukarê qurbaniyên vê rûdana diltezîn dikim, hêviya başbûnê ji bo birîndaran dixwazim.

Terorîst dijminê mirovayetiyêne û dijî azadî û bexteweriya mirovin li hemû cîheke cîhanê da. Êrîşa terorîstan ya ser beşdarbûyên salvegera roja niştîmaniya Fransa êrîşkirine li ser prensîp û bihayên azadîxwazî û wekhevî û birayetiya şoreşa Fransa ku biha û prensîpên însanî û cîhanî ne. Li van demên xemgîn da gelê Kurdistanê ku bi xwe qurbanê destê terore û li hêla yekema şerê terorîstan daye, hevsozê gelê Fransaye. Bi we yê rêzdar radigihînim gelê Kurdistanê li şerê dijî teror û rûbirûbûna tundrewiyê da bi hemû şiyanek ve piştevanê gel û Hikûmeta Fransayê doste.

Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
15.07.2016

Top