Demirtaş piştevaniya xwe jibo dana nasnameya Tirkiyê jibo penaberên Sûriyê ragehand
Di gotinekê de jibo alîgirên HDPê li Ezmîr Demirtaş amaje bi wê yekê kir ku, asayî ye ku nasnameya Tirkiyê jibo penaberên Sûriyê yên li Tirkiyê bê dan, bitaybet ewên xwedê karên baş û zîrekin.
Herwiha doh 13 Temûzê, Demirtaş gotarek li parlemen pêşkêşî kir û têde gotibû; divê mijara dana nasnameya Tirkiyê jibo penaberên Sûriyê bi refrandomê biryar li ser were dan, lêbelê îro 14 Temûzê, li Ezmîrê li gotina xwe poşîman bû û ragehand ku tiştekî asayî ye ku nasname jibo xelkên zîrek were dan.
Herwiha got: “Maf û azadî referandom li ser nayê kirin.”
Lêbelê heta niha herdu partiyên opozisyon li Tirkiyê, MHPê û CHPê li dijî dana nasnameya Tirkiyê bo penaberên sûriyê ne.
Basnews
