• Thursday, 26 February 2026
logo

Serok Barzanî li gel Fermandeyê Fermandeya Navendî ya hêzên Amerîka civiya

Serok Barzanî li gel Fermandeyê Fermandeya Navendî ya hêzên Amerîka civiya
Roja pênçşem 14.07.2016 li bajarê Hewlêrê birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya General Joseph Votel Fermandeyê Fermandeya Navendî ya Hêzên Amerîka û şandekî li gel kir ku ji Stuart Jones Balyozê Amerîka li Iraq û Ken Gross Konsolê Giştî yê Amerîka li Hewlêr û General Mekfaland Fermandeyê Hêzên Hevpeymanan li Iraqê û hejmarek efser û şêwirmendên artêşa Amerîkayê pêkhatibûn.

Li civînê de encamên serdana çend roj berê yê Wezîrê Berevaniya Amerîka ya Iraqê û peymana hevdû têgihîştina di navbera Wezareta Pêşmerge û Wezareta Berevaniya Amerîka hate nirxandin ku bi amadebûna Cîgira Wezîrê Berevaniya Amerîka hate mohr kirin û Fermandeyê Fermandeya Navendî ya Hêzên Amerîka spasî rizamendiya Serok Barzanî kir ji bo mohrkirina peymanê û tekez li ser berdewamiya palpiştiya zêdetirê welatê xwe ya ji bo Hêzên Pêşmerge kir li şerê terorîstên Da'îş û her wiha pêzanînên xwe jî ji bo nêrîn û siyaseta Serok Barzanî hebû ku tekez li ser mîsogerkirina paşaroja pêkhatên neteweyî û olî yên parêzgeha Nînowa û cihên din dike. Her wiha spasî serdana Serok Barzanî ya ji bo mîhwera Mexmûr û serpereştiya civîna hevbeşa Pêşmerge û Hêzên Hevpeymanan û Hêzên Iraqê kir ku balkişandineke rûne li serkirdayetiyekî serkeftiya şerê dijî terorîstan.

Li beranber da Serok Barzanî pêzanînên xwe ji bo piştevaniya Amerîka li Hêzên Pêşmerge hebû û spasî Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka kir ji bo îmzakirina peymana hevdû têgihîştina hevbeş li gel Herêma Kurdistanê û ragihand ew hengav cihê dilxweşiya xelk û Hêzên Pêşmergeyên Kurdistane û eve jî ji bo şanda mîhvan behs kir ku ewlewiyeta Herêma Kurdistanê şerê Da'îş û têkşikandina wane û ji bo vê mebestê amadeyê hemahengî û karê hevbeşe li gel hêzên Iraqê û Hêzên Hevpeymanan.

Her li vê civînê de her dû alî li ser ewe hevrebûn ku pêwîste heman demî de li gel plana serbazî ya azadkirina Musilê plana siyasî jî hebê ji bo qonaxa piştî Da'îş û mîsogerkirina paşaroja pêkhatên neteweyî û olî û rêgirtina li dûbarebûna karesatan û giriftên civakî û siyasî li navbera aliyan. Her wiha piştrastiyê li guvaşa berdewamiya serbazî li hemû bereyên li dijî terorîstên Da'îşê kirin.

Li beşekî dinê civînê de pêşketinên meydaniyên dawî ya şerê terorîstan li Sûriye xistin ber behs û guftûgoyan.

Li vê civînê de hejmarek ji berpirsên serbazî û siyasî yên bilindên Herêma Kurdistanê jî amadebûn.

Top