Hellgurd Hîkmet: Li gorî rêkeftina me ligel Amerîka wê çekên giran bidestkevin
Hellgurd Hîkmet ji BasNews re ragehand: “Rêkeftina Hewlêr – Washington giştgîre ew jî bi sedema ku Pêşmerge eve du salin li dijî DAIŞê dicengin, lewma dê pêdawîstiyên Pêşmerge ji rahênan û keresteyên leşkerî û çekên giran û sivik jî jibo Pêşmerge werin şandin.”
Navborî ew jî eşkere kir ku, çek dê bi şêweyekî rasterast jibo Pêşmerge werin şandin, jiber Amerîka jî gihşte wê baweriyê ku Bexda xedrê li Pêşmerge dike, lewma ew tiştê ku niha amerîka dike gereke berî niha Bexda kiriba.”
Herwiha got: “Demokrat û Komariyên Amerîka gihştine wê baweriyê ku, divê çek pêşkêşî Pêşmerge bibin, bitaybet ew core çekên giran, jiber Pêşmerge heta niha yek ji aliyên serekî yên azad kirina Mûsilê ne, Barzanî jî şêweyê beşdarbûna Pêşmerge di şerê rizgar kirina Mûsilê de û diyarkirina xalên sînorê beşdarbûna Pêşmerge diyar kiriye.
basnews
