• Sunday, 22 February 2026
logo

Newşîrwan Mistefa bi awayek veşartî li gel şandeke Îranê civiya

Newşîrwan Mistefa bi awayek veşartî li gel şandeke Îranê civiya
Nêwşîrwan Mistefa li sînorê Hewramanê bi awayekî veşartî li gel şandekî Îranê hevdîtinek pêkanî û çavdêrekî siyasî jî dibêje, ew hevdîtinên veşartî di berjewendiya Kurdistanê de nînin.

Çavkaniyekî agahdar li sînorê navçeya Hewramanê bo rojnameya Bas aşkera kir, serokê Tevgera Gorran Newşîrwan Mistefa, li gel ji berpirsên Gorran Cemalî Hacî Mihemed, di 10.07.2016ê çûye gûndê Tewêle û li Awêserê li gel şandeke Îranê bi awayekî veşartî hevdîtinek pêkanîne.

Li gor çavdêrên siyasî, hegemonyaya Îranê li ser herêma kesk û binevşî de ango YNK û Goran de serdeste û berî naha jî diyar bûye, ewane di civînên 23 Xizîranê de jî ku Tevgera Gorran û parlamenterên çend partiyên din xwestin gohertinê di yasayên serokatiya Herêma Kurdistanê de bikin û di germiya şerê dijî DAIŞê de, tenê yek konsolek li civîna parlamentoya Kurdistanê de amade bû, ew jî konsolê Îranê bû. Li gor PDKê ew civîn ji aliyê Gorran, YNK û Komela Îslamî tenê li dijî wan pêkanîn û Amerîka û hevpeymanan jî pêkanîna wê razî nebûn.

Herwaha li rêkeftina YNKê û Gorran de jî Îran xwedî rolekî diyare û berçave. Li gor vê yekê jî tenê yek konsol di merasîma rêkeftina Gorran û YNKê de amade bûye û ew jî konsolê Îranê bûye. Herçend li gor gotinên berpirsên YNKê û merasîmê, konsolê welatên din jî li herêma Kurdistanê ji merasîmê re hatibûn vexwandin.

Çavdêrê siyasî Niyaz Hacî derbarê vê civînê de ji rojnameya Bas re ragehand, Îran xwedî hegemonyayekî diyar û berçave li ser YNKê û Gorran. Di civîna 23ê Xizîranê û bi amadebûna konsole Îranê bi tenê li rêkeftina Gorran û YNKê de diyar bû û got: ‘’Civîna veşartî ya berpirsên Îranê li gel serokê giştî yê Tevgera Gorran de derdikeve ku hêza serdest a wek Îranê, diyare karekî bi hêzekî biçûk a wek Gorran erkdar dike ku li başûrê Kurdistanê pêkbîne û nêzîk wan e.’’ herwaha got: ‘’Tevgera Gorran hêzeke ku naha xwe bi YNKê ve girtiye û Îran gelek karên wê hene naxwaze YNKê di ber wan karan de erkdar bike. Ji ber tu giraniya wan tuneye û dibe ku kesayetiya YNKê dabixe. Ji ber vê jî hêzeke wek Gorran yan jî aliyeke din ê nêzîk xwe erkdar dike.’’

Heman çavdêrî ragehand, ew civînên waha veşartî di berjewendiya gelê Kurdistanê de nînin. Awahê pêkanîn û dem û cîhê civînê jî guman avadikin û dûrin li bangeşeyên ku Gorran berî ji alîgirên xwe re difrotin, ku ji bo aliyên din digot civîn û hevdîtinên wan ne zelal in.

Herwaha got: ‘’Wek diyare civîn li ser sînor pêkhatiye. Diyare zor bi nirx nebûye ku şande wek erk bibîne û serdana girê Zergete bike. Dibe ku aliyê hember di astekî pir bilind ê diplomatîk de jî nebe. Dibe ku civîn ji bo erk dayîn û ferman dana Gorran be.’’

Rojnameya Bas çend carek xwest li gel gotûbêjê Tevgera Gorran Şoreş Hacî û berpirsê peyvendiyên Tevgera Gorran Hemetofîq Rehîm peyvendî avabike. Lê telefonên wan girtî bû û berpirsê peyvendiyên Gorran jî bersiva telefonên xwe neda.

Basnews
Top