Li Rojhilatê Kurdistanê grev dest pê kir
Li gor nûçeya Kurdistan Medyayê piştî bangevaziya Hizba Demokrata Kurdistana Îranê(HDKI) ya greva seranserê Kurdistana rojhilat, ji bo salvegera terorkirina Dr. Qasimlo, hemwelatiyên Kurdistana rojhilat jî dest bi grevê kirin û îro neçûn ser kar.
Li gor çavkaniyekê îro 12.07.2016ê bajarên Mehabad, Şino, Merîwan û Ormiyê dikan û bazar daxistine û ji malên xwe derneketine.
Heman çavkaniyê belav kiriye, berpirsên Îranê li bajarê Seqizê gef li dukandaran û bazaran xwariye ku nabe grev birêve bibin û herwaha bi rêya sipa û hêzên ewlekariyê ve gef li hemwelatiyan xwarine, ku nabe grev bigrin û pêwîste wek rojên din bi awayekî asayî karên xwe birêve bibin.
