Berdevkê Serkirdayetiya PDKê li Silêmaniyê: Karê PKKê kirî metirsî ye
Piştî ku ragehandina PKKê destgîr kirina hejamrek kadirên PDKê ragehand, Îro 11 Temûzê Berdevkê Encûmena SerkirdayetiyaPDKê li Silêmaniyê Faris Newrolî ji BasNews re ragehand: “Çawa çekdarên PKKê bêyî ku li hikûmetê vegere û dezgehên rewa yên Herêma Kurdistanê xelkê li Kurdistana Başûr destgîr dikin? Bi xwe jî dibin dadwer?!” herwiha tekez kir ku, tiştê PKKê dike bezandina dezgehên rewa yê Herêma Kurdistanê, divê dezgehên ewlekariya Herêma Kurditanê vê yekê bişopînin û lêkolînê li ser van bûyeran bikin.
Newrolî got jî: “Tiştê PKKê kiriye metirsiyek mezine li ser asayişa Herêma Kurdistanê û divê daxuyaniyek di vê derbarê de were belav kirin.”
Basnews
