Serok Barzanî û Wezîrê Berevaniya Wîlayetên Yekgirtiyên Amerîka şerê Da'îş û hevkarîkirina Pêşmerge nirxandin
Her li vê peywendiya telefoniyê da Wezîrê Berevaniya Amerîka li berdewamî û pabendbûna welatê xwe ya ji bo hevkarîkirina hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê piştrast kir û xweşhaliya xwe jî li hemahengî û hevkariya di navbera hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqê de nîşanda.
Li beşekî dinê vê peywendiya telefoniyê da Serok Barzanî spasî artêşa Amerîka û hêzên hevpeymanan ya li piştevanîkirina Pêşmerge li şerê terorîstan kir û her wiha ji bo biryara Wîlayetên Yekgirtiyên Amerîka ya hevkarîkirina hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê de, pêzanînên xwe jî hebû.
