Wezîrê bergirîya Amerika gihişt Bexdayê
Li gorî zanyarîyan, Aşton Karter wezîrê bergirîya Amerîka, bi serdaneka ne çaverêkirî, îro serê sibê bi serokayetîya şandekê gihişte Bexdaya paytextê Îraqê û ji alîyê Stîwart Cuniz balyozê Amerîka li Îraqê ve hat pêşwazî kirin û çi berpirsên Îraqî di pêşwazîya karterî da nebûn.
Zanyarî amaje dikin, wezîrê bergirîya Amerîka di serdana xwe da, dê digel mezine berpirsên Îraqê kom bibe û operasyona rizgarkirina Mûsilê gotubêj bikin.
Her çend di hemû serdanên xwe yên pêştir da Karter serdana Hewlêrî jî kirîye, lê heta niha nehatîye zanîn Karter dê serdana herêma Kurdistanê jî bike yan dê Bexda dawî wêstgeha serdana wî be.
War.tv
