Necîba Necîb: Îro hemû alîyên Kurd vedgerin Bexda
Necîba Necîb, perlemantara kurd li civata nûnerên Îraqê bo War got: her çende Kurd û Îraqê çi peywendî bi hev nemaye, lê îro hemû alîyên Kurdî dê vegerin Bexda û çaverêyê serdana şandeka herêmê bikin, daku çarenivîsê şeraketê û qerên navdewletî û mafên darayî yên herêmê û pareyên cotyaran, yek alî bikin.
Got jî: sibê civata nûneran dê kombe û ew çaverê dikin, perlemantarên mangirtî jî pişikdarî rûniştinan bibin û perleman dest bikar bibe û li destpêkê jî, behsa valahîya emnahî û teqînên heftîya borî yên Bexda bê kirin.
War.tv
