Îranê bersiva NATOyê da
Li gor raporta ajansa Îrna yê gotûbêjê wezareta derva ya Îranê Behram Qasimî diyar kir; ‘’Hêza mûşekî ya Îranê, tenê di asta bernameya rewa ya berevaniya Îranê de ye’’ û li gor gotinên wî ‘’Bi tu awayekî asta hêza atomî de nîne. ‘’
Herwaha amaje bi vê jî kir: ‘’Bernameya mûşekî ya Îranê, bi tu awayekî peyvendiyên xwe li gel rêkeftina 5 aliyan tuneye û wek binpêkirina biryarnameye 2231 nayê hesibandin.
Di beyanameye dawî ya rûniştina berpirsên welatên endamê peymana Atlantîk a bakûr (NATO) jibo ragehandina pratîkî ya mertala mûşekî ya rojhilatê Ewropayê û hat diyar kirin ku ew dika mûşekî ne li dijî Rûsyayê ye, li hember mûşekên balîstîk ên Îranê hatiye danîn.
Basnews
