Li Wanê êrîş li dijî qereqola leşkerî: 2 kuştî 15 birîndar
Gerîlayên HPG'ê bi wesayîta bombebarkirî êrişî qereqola leşkeran ya Ercîşa Wanê kirin û di encama êrişa bombeyî de leşkerek û cerdevanek hatin kuştin, 10 leşker û 5 cerdevan jî birîndar bûn.
Li gorî daxuyaniya ku Serfermandariya Giştî ya Tirkiyê belav kiriye, gerîlayên HPG'ê şeva borî bi wesayîta bombebarkirî êrişî qereqola leşkeran ya Ercîşa Wanê kirin û di encama êrîşa bombeyî de leşkerek û cerdevanek hatin kuştin, 10 leşker û 5 cerdevan jî birîndar bûne û birîna yekê jî girane.
Birîndar rakirin nexweşxaneya rakirin nexweşxaneyên derdorê.
K24
