• Sunday, 22 February 2026
logo

Endamê Kongreya Amerîka: Divê kurd biryara pêşeroja xwe bidin

Endamê Kongreya Amerîka: Divê kurd biryara pêşeroja xwe bidin
Endamekî kongreya Amerîkayê ragehand, rêya herî rast biryardana gelê Kurdistanê ya derbarê pêşeroja xwe de ye.

Endamê kongreya Amerîkayê Scott Peters ji K24ê re ragehand, ji ber di sedsala borî de pirsgirêkên li heremê pêkhatine nayê zanîn ka wê Iraq dabeş bibe yan na.

Scott Peters peyvendiyên Herêma Kurdistanê û Amerîkayê pir giring û baş dizane û wek mînak jî alîkarî û hemahengiya hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û hêzên hevpeymanan di şerê dijî rêxistina tund a DAIŞê de nîşanda.

Herwaha ew endamê kongreya Amerîkayê ragehand: ‘’Rêya herî rast referandoma cûdabûna Kurdistana başûr li Iraqê û serxwebûna Kurdistanê bi başî bê rêvebirin û kurd biryar li ser pêşeroja xwe bide.’’ Herwaha got, hêvîdarim NY (Netewên Yekbûyî) û Amerîka alîkarbin ji bo serkeftina piroseya referandomê.

Berî naha jî di civîneke li gel rêveberên partiyên siyasî yên Kurdistanê de serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî daxwaz ji hemû aliyan û partiyan kir, ku berî piroseya helbijartina serokatiya Amerîkayê, amadekariya pêkanîna referandoma cûdabûna li Iraqê bikin.

Basnews
Top