Dahata petrola Kurdistanê ya 6 mehên destpêkê eşkere bû
Wezaareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê derbarê firotina petrola Kurdistanê de raporek belav kir. Li gor raporê di meha Çileyê de berhemanîna petrolê gehiştiye asta herî bilind û di vê mehê de 22 milyon û 256 hezar û 131 bermîl petrol hatiye derxistin û ji vî jî 18 milyon û 656 hezar û 131 bermîl hatiye hinardekirin.
Ji ber kunbûna xeta petrola Ceyhanê berhemanîna petrola Kurdistanê di meha Sibatê de bi awayek berçav daketiye û 13 roj hinardekirina neftê rawestiyaye. Di Sibatê de 13 milyon û 751 hezar û 944 bermîl hatiye berhemanîn. Ji vê jî 10 milyon û 151 hezar û 944 bermîl hatiye hinardekirin û 3 milyon û 600 hezar bermîl jî ji bo pêwîstiyên navxwe hatiye bikaranîn.
Di raporê de tê destnîşankirin ku ji ber êrîşa ser boriya nefta Kurdistanê ku li axa Bakûrê Kurdistanê hatibû teqandin, Herêma Kurdistanê 200 milyon dolar zirar kiriye.
Li gor raporê di meha Sibatê de ti amajeyek ji firotina petrola Kerkûkê re nehatiye kirin. Di destpêka meha Adarê jî Wezareta Petrolê ya Iraqê biryar dabû ku kêlgehên petrolê yên Babagurgur, Xebeze, Cembûr ku ji aliyê şîrketa Nefta Bakûr ve bi rêya Kurdistanê tên hinartin, bê rawestandin.
Di raporê de hatiye eşkerekirin ku di meha Adarê de jî hinardekirina petrolê 12 rojan rawestiyaye. Di vî mehî de 13 milyon û 748 hezar û 487 bermîl hatiye berhamanîn û 10 milyon û 148 hezar û 487 bermîl hatiye firotin.
Di meha Nîsanê de berhemanîna petrolê ji sedê 27 bilind bûye. Di vê mehê de 18 milyon û 956 hezar û 651 hezar bermîl hatiye berhemanîn û 15 milyon û 356 hezar û 651 bermîl hatiye hinardekirin.
Li gor raporê di meha Gulanê de 19 milyon 504 hezar û 271 bermîl hatiye berhamanîn û 15 milyon û 904 hezar û 271 bermîl bi rêya boriya Kurdistan û Ceyhanê ve hatiye hinardekirin.
Herwiha di meha Hezîranê de jî 19 milyon bermîl hatiye berhamanîn û ji vê beşê jî 15 milyon bermîl hatiye hinardekirin.
Wezareta Çavkaniyên Xwezayî yê Herêma Kurdistanê amara giştî ya berhemanîn, hinardekirin û dahata petrolê jî bi vî awayî eşkere kir:
Berhemanîn:106,717,484 bermîl,
Hinardekirin:85,717,484 bermîl
Bikaranîna navxwe: 21,600,000 bermîl
Dahat:2,728,360,468 dolar
Heqdestê Şîrketan: 374,106,367 dolar
Qazanc: 2,354,254,101 dolar
Rudaw
