• Sunday, 22 February 2026
logo

Rêveberiya PDKê: Şanaz Îbrahîm li hember PDKê nexwaşiya derûnî jiyan dike

Rêveberiya PDKê: Şanaz Îbrahîm li hember PDKê nexwaşiya derûnî jiyan dike
Endamekî rêveberiya PDKê bi tundî bersiva, endamê rêvebera YNKê da û diyar kir gotinên wê rêvebera YNKê nêrînên YNKê nînin.

Îro 10.07.2016ê endamê rêveberiya PDKê Aras Heso Mîrxan ji BasNewsê re ragehand: ‘’Em gotinên Şanaz Îbrahîm wek gotinên fermî yên YNKê nasnakin. Nêrînên Şanaz xanê ji zûde li gel me ron û aşkerane, dijatiya PDKê û ezmûnên vê herêmê dike.’’

Herwaha diyar kir, ew gelek caran rastî helwêst û nêrînên Şanaz Îbrahîm Ehmed hatine û bihîstine û got: ‘’Şanaz xanim nexwaşiya derûnî li hember PDKê jiyan dike. Ew jî vedigere dîrokekî kevin ve ew heye û em tu hisabekê jî, ji bo gotinên wê nakin. Bi taybet YNK bixwe jî gelek car aşkera kiriye ku, gotinên Şanaz Îbrahîm ne nêrînên YNKê ne.’’

Ew endamê PDKê herwaha ji BasNewsê re aşkera kir: ‘’Hemû babetên asayî kirina rewşa parlamento û rewşa siyasî ya Kurdistanê girêdayîne bi babeta referandom û serxwebûna Kurdistanê ve. Ev tişta li gel PDKê di rêza yekem de ye û her tiştek dikare bê kirin, bo em bikarin referandoma serxwebûnê pêkbînin.’’

Berî naha endamê rêvebera YNKê Şanaz Îbrahîm Ehmed ragehandibû, Eger şandeya YNKê bi armanca gotûbêjên referandom û serxwebûna Kurdistanê serdana PDKê dike, bila neke baştire û her li wê derê bimînin û ne vegerine Silêmaniyê.

Basnews
Top