Şaciwana Iraqê gefa şewitandina Bexdayê xwar!
Roja 3ê Tîrmehê li Taxa Kerade ya paytexta Iraqê bajarê Bexdayê teqînek bihêz çê bû, ku di encamê de nêzîkî 300 kes jiyana xwe ji dest dan û bi sedan kes jî birîndar bûn.
Şeva 6ê Tîrmehê hejmarek ji welatiyên Iraqê bo şermezarkirina teqînê û bo nîşandana nerazîbûna xwe li hember lawaziya Hikûmeta Iraqê û bêşiyana rayedarên hikûmeta di parastina welatiyên sivîl de xwepêşandanek li dar xistin.
Şaciwana Iraqê Şeyma Qasim jî li gel komek ji xortên Bexdayê di xwepêşandana li Taxa Kesk de beşdar bibû.
Li gorî hin vîdyoyên ku di torên civakî de hatine belavkirin, Şeyma Qasim li pêşiya xwepêşanderan û malbatên qurbaniyên teqîna Keradeyê dimeşe û dirûşmên tund li dijî hikûmeta û rayedarên iraqî dibêje.
Di vîdyoyekê de Şaciwana Iraqê bi dengekî bilind hawar dike û dibêje: “Li dêvla hilkirina moman Taxa Kesk bişewitînin.”
Xwepêşandana welatiyan û malbata kuştiyên teqîna Keradeyê rastî destwerdanê hêzên ewlehiyê hatibû û pasevanên Taxa Kesek bi gaza rondirkrêj êrişî xwepêşanderan kiribûn, ku di encamê de Şaciwana Iraqê Şeyma Qasim birîndar dibe û bo nexweşxaneyeke Bexdayê tê veguhastin.
Rudaw
