PDKÎ: 2 fermandeyên me şehîd bûn
Roja sêşema borî (5ê Tîrmehê), li çiyayê Koselan lê kêleka gundê Boriyerê yê bajarê Merîwanê, şerekî giran di navbera pêşmergeyên PDKÎ û pasdarên Îranê de qewimîbû.
Derheqê wî şerî de PDKÎ îro daxuyaniyek nivîskî belav kir. Di wê daxuyaniyê de ku nusxeyek ji BasNewsê re hatiye şandin, hatiye gotin ku di şerê çiyayê Koselanê de 2 pêşmergeyên wan şehîd bûne.
Di daxuyaniyê de hatiye ragihandin ku ew her du pêşmerge, ku yek ji wan endamê Komîteya Navendî ya PDKÎ Dawûd Cewanmerd (navê wî yê din Kawe bû) û yê din jî fermandeyekî pêşmerge bi navê Serkewt Semedî bûye, piştî şerekî giran û kuştina gelek pasdar û cerdevan, dema cebilxaneya wan xilas dibe ji bo ku nekevin destê dijmin, narincoka xwe bi xwe de diteqînin û şehîd dibin.
Li gorî daxuyaniyê, ew her du pêşmerge ji şerê çend roj berê yê çiyayê Koselan rizgar bibûn û xwe dabûn kêleka gundê Boriyerê lê piştî ku cihê wan hatibû zanîn, ji aliyê pasdar û cerdevanan ve hatibûn dorpêçkirin û bi çekên giran êrişî wan hatibû kirin.
10 roj berê jî li çiyayê Koselanê yê Merîwanê di navbera pêşmergeyên PDKÎ û pasdarên Îranê de şer derketibû, di wî şerî de 3 pêşmerge şehîd bibûn.
Basnews
