Gorranê êrişa li dijî avahiya PDKê şermezar kir
Pêr bi şev, avahiya PDKê li bajarê Silêmaniyê rastî êrişa çekdarî hatibû, di wê bûyerê de nobedarekî avahiyê birîndar bibû.
Endamê Civata Niştimanî ya Gorranê, Samanl Ebdullah li ser wê bûyerê ji BasNewsê re got, teqekirin li avahî û navendên partiyên siyasî karekî kirêt û xelet e ji ber wê jî em êrişa li dijî avahiya PDKê şermezar dikin.
Samal Ebdullah diyar kir ku divê yên ew êrişa kirine, bên girtin û radestî dadgehê bên kirin da ku bûyerên wisa carek din neqewimin.
Li gorî wî rayedarê Gorranê, destek li pişt wê êrişê ye û yên ew êriş kirine jî dixwazin rewşa Kurdistanê aloztir bikin.
Berpirsê PDKê li devera Silêmaniyê, Edhem Barzanî beriya niha li ser wê bûyerê gotibû, berpirstiya wê bûyerê di stûyê YNKê de ye.
Basnews
