• Sunday, 22 February 2026
logo

PDKê derbarê bûyera li Silimanî de daxuyaniyek weşand

PDKê derbarê bûyera li Silimanî de daxuyaniyek weşand

Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li ser êrişa çekdarî ya bo ser Avahiya Encumena Serkirdatiya PDKê li bajarê Silêmaniyê ragihand, ku pêwîst e êrişkar werin girtin û li dadgehên werin dariznadin.

Şeva 5ê Tîrmeh a 2016 baregeha Encumena Serkirdatiya PDKê li bajarê Silêmaniyê rastî êrişeke çekdarî hat. Çend kesên nenaskirî bi totomobîlekê teqe li avahiya PDKê kirin û di encamê de pasevanekî baregehê birîndar bû û çend gule jî li otomobîleke wê baregehê ketin.

PDKê derbarê bûyerê de li ser navê berdevkekî xwe daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de tê gotin: “Bo çendemîn car e ku çend têkder bi dehfdana (teşwîqa) yên ji wan têkdertir teqe li baregeha Encumena Serkirdatiya partiya me li Silêmaniyê dikin. Wa ji haletê derdikeve û dibe diyarde (bûyerek asayî), her ji ber wê em hemû saziyên ewlehiyê yên bajarê silêmaniyê bo dîtine teqekeran û destên li pişt wan kesan bi berpirsyar dizanin.”

PDK di daxuyaniya xwe de herwiha dibêje: “Herwiha em hemû rêveberiya parêzgeha Silêmaniyê bo dabînkirina asayişê bo kadro , endam, alîgir û baregehên partiya me bi berpirs dizanin. Her core hincetek jî em wek xwe vedizîn ji berpirsatiyê dibînin û pêwîst e biker û ewên ku li piştî wan bûyeran in, bên dadgehîkirin.”

Berpirsê Encumena Serkirdatiya PDKê li Silêmaniyê Edhem Barzanî pêştir ji Rûdawê re dabû xuyakirin: “Ew 30mîn car e ku li sînorê Silêmaniyê teqe li baregeha PDKê tê kirin û berpirsên ewlehî û siyasî yên parêzgehê jî li hember çêbûna her bûyereke wisa berpirsyar in.”
Top