Şêwirmenda Brîtanî bo Rûdawê: 4 hezar pêşmerge perwerde kirine
Penny Mordaunt bo Rûdawê ragihand ku Brîtanya weke endamekê hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê dê karê pewerdekirina Hêzên Pêşmerge berdewam bike û got:
“Welatê min şanazî dike ku perwerde û rahênana pêşmergeyan dike.”
Şêwirmenda Wezareta Berevaniya Brîtanyayê da zanîn ku di çarçoveya tekoşîna li dijî DAIŞê de, heta niha pisporên leşkerî yên welatî wê 4 hezar pêşmerge perwerde kirine.
Penny Mordaunt derbarê namzetên serokwezîriyê ku dê cihê David Cameron bigre, diyar kir ku ew piştgiriya Wezîra Enerjiyê Andrea Leadsom dikin û sedema vê yekê jî wiha anî ziman:
“Em li gel wê yekê ne ku Wezîra Enerjiyê Penny Mordaunt bibe serokwezîra nû. Ji ber ku planên wê yên derbarê kontrolkirina sînoran û pirsgirêkên penaberan de hene.”
Hêjayê gotinê ye ku piştî referandûma li Brîtanyayê ya derbarê paşeroja Yekîtiya Ewropayê (YE) de, ku xelkê piştgirî dabû cûdabûnê, Serokwezîrê vî welatî biryara dest ji karkêşanê dabû.
Rudaw
